Pirtûka Axa, Şêx û Devlet, bi daneyên xwe yên antropolojîk û sosyolojîk ên li ser erdnîgariya Kurdî derdikeve pêş. Her çiqas ji çapa wê ya yekem û vir ve, li herêmê lerz û hejandinên bênavber û kûr jî rû didin, wekî berhemeke referansê ya klasîk wateya xwe winda nekiriye.

Ev pirtûk, xebateke bingehîn e ku rastiya civakî ya Kurdan ji aliyê dîroka terîqet, eşîr û têkoşînên siyasî ve bi awayekî berfireh analîz dike.

Martin Van Bruinessen ku her weha li Herêma Torê jî geriya ye, di pirtûka xwe de cihek berfieh daye Konfederasyona Hevêrkan û hin malbatên bi bandor yên li Tora Hevêrka. (Beşê Tirkî, Rûpel 163-169).

'Ağa, Şeyh, Devlet' - Martin Van Bruinessen (Tirkî)
'Agha, Shaikh and State' - Martin Van Bruinessen (Ingilîzî)