Konfederasyona Hevêrkan ji kurdên êzdî, kurdên musilman û ji suryaniyên kristiyan pêk tê. Serokatiya konfederasyonê gelek caran dest guhertiye, lê di 150-200 salên dawî de, mala Osmên pêşengtî kirine û navend jî gundê Mizîzexê bû. Mala Osmên bi eslê xwe ji Ken`anka yên Zaxuranê ne.

Konfederasyona Hevêrka girêdayî Mîrîtiya Bohtan bû.

Sînorên Tora Hevêrka

Sinorên Tora Hevêrka, li rojava ji Qilitê vedigerê. Li qublet, heta bi hesinê trênê, xeta navbera binxet û serxetê ye. Rojhelat, digihijê Newala Hedilê. Sînor li wir heta bi herêma êlên Mema, Sohra û Hevêrînê ye. Ji aliyê herêma Dekşûriya ve Hevêrka heta bi Qamê Selhê ye û li bakur jî digihijê heta bi Ava Mezin (Dîcle), sinorê Mala Eliyê Yûnis.

Herêmên girêdayî Konfederasyonê

Mizîzex (navenda konfederasyonê)

Yekser girêdayî Mala Osmên bû. Ji gundên Mizîzexê, Kevnasê, Dênwanê, Qertmînê, Zînewlê, Xirbihê Alêtê, Taqa, Xerabya û Êwertê pêk tê. Di vê herêmê de Ernas, Selhê, Batê û Hepisnas jî hene ko Mala Şemê û Mala Temir mezinên wan bûn.



Delmemika

Kevirzê, Xanika, Helex, Behwar û hinek zivingên biçûk, heta bi Zêliyê, Kerkin, Êsê, Kiferbê. Mezinê Delmemika Mala Smayîlê Werdê li Kevirzê ne.

Alika

24 gundên Zaxuran. Navenda Zaxuran Xerabê Reş e. Mezinên Zaxuran Kin'anka (Kenanka) ne.
Ji xeynî van gundan, 12 gundên Seyîdan jî girêdayî Zaxuran bûn. Serdêfê, Kefsengê, Gundikê Xecê, Gundikê Elîyo, Bamezrût, Şeta û Bêla, Zaz, Hax, Dêrik, Derikfan, Xerabê Qesrê û Hermês jî gundên Alika ne. Mala Ezem (Cimo) û Mala Evdile (Hito) mezinên Alika ne.

Erebiya

Mezinê Erebiya, Mala Evdilkirîmê Eliyê Remo ne. Deywan, Kerboran, Şibêbî, Gêra Cahfer, Zêwik, Herdex, Zivinga Çêlik, Çêlik, Basiqil, Miştê, Banê Hebanê, Kopraz, Derêca, Hetma, Zengan, Amara, Germav û Merané dikevine herêma Erebiya. Li vê herêmê Xelîlî jî hene û xwe weke eşîreteke xweser dibînin.

Beravî

Nêzîkî 30 gundên herêma Beravê hene. Dêrhav, Xendûk, Miştê, Kefer Elb, Batêrgiz hinek ji wan in. Mezinê wan Mala Osmanê Xelîl in ko li gundê Zazê rûdiniştin.

Omerka

Li derûdorê Newala Hedilê (Cehennem Deresi) weke gundên Îwan, Ancikê, Sêmalka, Serêkanîyê, Memedora, Dînara, Gizrê, Gelîkur, Ezdîna, Werzikê û Roverê gundên Omerka yên li Kerboranin. Mirik, Hedil, Hespist û Fîl jî gundên Omerka ne. Mezinên Omerka, Mala Simo ne (Hedilê).

Dorika

Xaltan, Xwahrîk, Kefşin, Beşirye, Bazgûr, Xana Heso (Xana Dorika), Muzeka, Zivinga Dirêj. Mezinên Dorikaê mala Ebês in.

Çomera

Pîrkan, Diben, Nemirdan, Marîn, Mendikan, Qesrik, Erbet û Dêra Çomeran.

Saliha

Gundên Dasikan, Sohran, Kekwan, Firfêl, Xerabê Ripin, Sarê û Basibrîn dikevinê. Mezinê her gundî heye. Weke mînak mala Çeçanê Remezên mezinê Dasikan, mala Sarîkê Tehlo mezinê qismekî ji Sohranê, mala Mirêd yê qismekî ji Saliha ne. Lê hemû girêdayî Mala Gewro (Suryanî), li Basibrînê ne. Hin ji Kîwexiyan jî xwe wekî Salihî dibînin.

Domana

Ereban, Kefsûr, Temerz, Bêzikir, Basaq gundên Domana ne. Mezinê wan Mala Qubêt bûn û ew jî girêdayî Mala Edê, Suryaniyên Midihê ne.

Dêra

Zinarex, Axrît û heta bi Hacîkesan herêma Dêra ye û mezinên wan, Mala Mihemayê Êlo ne.

Rayît

Herêma Rayîtê dikevê binya Mizîzexê û ji gundên Xerabê Alê, Badibê, Xirbihê Mişka, Sêderî, Xerabê Kefrê, Arbo û Hibabê pêk tê. Mala Etoyê Evdella yên Suryanî, mezinên Rayîtê ne.

Elîka

Nibil, Hevêrîn, Miqrê, Sîtê gundên Elîka ne. Mezinê Elîka Mala Hecî Hiseynkê û Mala Sekvên in.

Bûtika

Mezinên wan mala Hesê Berekêt in. Gundên Batêlê, Serkanî, Memolan, Evdika û Eleqemş dikevinê.

Şemika

Bacin, Nihil, Dalîn, Kerşaf, Barbûnis û beşek ji navenda Midyadê. Mezinên wan Mala Mehmed (Nûriyê Ezîz) û Mala Nehroz (Xelefê Nehroz) in.

Bûta- Elîreşana- Bacola- Salîka- Kelikî- Mihoka- Şivqetî

Wekî din gelek êl û izbetên biçûk wekî Bûta yên Kevnasî (mezinên wan Mala Şemûnê Evdella), Elîreşana yê Dênwanî (mezinên wan Mala Elîkê Silo û Mala Safê), Bacola (mezinê wan Gundorê Ferho), Salîka (Taqa û Xerabya, mezinên wan Ristoka û Etoka - Mala Pûrtî ne).

Kelikî yê Kîwexî (mezinê wan Mala Hiseynê Hesenîk), Peleşû, Mişawil, Girefş, Pîrelîka, Xastu yê Bahminminî, Dasika (Bazar, Mezrê, Qolika, Sêrwan, Kemîna, Kwînar, Fisqîn, Şûşanî, Mitwên, Şemaxî û Zîrik- mezinên wan Mala Şemdînê Çolî ne), Mihoka (Geliyê Sohra, Berhok, Mezrê, Bîrguriya, Xerab Şemdîna) û Şivqeta ku rasterast girêdayî Mizîzexê bûn.

Herêma Mehelmiya

Xelîlbegî û Îsabegî: Evşê (ya du tax), Kindêrîb, Kefir Hewar, Şorizbeh, Mesken, Heldeh, Kefir Ellab, Sa`rê, Dêrizbîna, Rîş. 

Konfederasyona Hevêrkan û toleransa ol û nijadê

Li Tora Hevêrka, berovajiya gelek herêmên din, mezinatiya eşîrê ne li gorî ol yan jî nijadê ye. Çawa li jor jî xuya dikê, hejmarek ji sermiyanên Hevêrka Suryanî ne û hejmarek gundên kurdên musilmanbûyî û kurdên êzdî girêdayî wan e.

Dîse balkêşe; dema serê Haco (II) li Çiyayê Mava tê jêkirin, pê re Qasimê Taqî tê kuştin kurdekî Êzdî ye û dema Elîkê Battê jî li Midihê tê kuştin, pê re Bino yê Qelêç î Midyadî yê Suryanî tê kuştin. Ji xwe hemû kesî nav û dengê mêrxasê Hevêrkî, Şemûnê Hennê Heydo bihîstiye.

Hevêrkî û Dekşûrî

Di hejmarek gundên Torê de niha beşek ji Hevêrkiyan ji xwe re dibêjin Dekşûrî. Lê di rastiyê de li herêma Hevêrka Dekşûrî nînin, lê hevalbendên Dekşûriyan hebûn/hene. Çelebî, piştî derketina dubendiya di nava mala Osmên de, hevaltî da serokê Dekşûriyan Hesen Şemdînê Kercosî. Wê demê, beşek ji Hevêrkiyan jî pê re bûn alîgirên Dekşûriyan.

Wekî tê zanîn, eşîra Dekşûriyan, yek ji wan eşîran e ku tu carî rêvebertiya Mîrîtiya Bohtan nepejirand û li dijî wê rawestiya.

* Ev agahî, sala 2008ê, ji devê Selîmê Battê hatine wergirtin.
* Heger di derbarê van agahiyan de têbinîyek te hebê, ji kerema xwe re, bi rêya e-mailê ji me re binivîse.