Di dawiya sedsala 18ê de, li herêma Mêrdînê, yek ji hêzên sereke yên girêdayî Mîrîtiya Bohtan, konfederasyona eşîran Hevêrkan bû.

Di têkoşîna wê demê de, Hevêrkan, ku di nav de eşîrên sereke, Alika, Beravî, Bûtika, Çomera, Delmemika, Dêra, Domana, Dorika, Erebiya, Omerka, Rayît, Elîka, Saliha û Şemika cih digirtin, gelek caran bi hêzên dewletê re diketin şer.

Serokê konfederasyona Hevêrkan ê wê demê, Hacoyê duyemîn (Haco II), sala 1880yî, li Çiyayê Mava, di encama komployekê de, ji aliyê dewleta Osmanî û hevkarên wê ve hat kuştin. 

Dema Haco (II) tê kuştin, hevjîna wî Zeynebê ducanî ye û piştî demekê, Haco (III), li Midyadê, li cem malbeteke Suryanî ji dayik dibê. Sal tên û diçin, Haco III mezin dibê û bi kurapê xwe Elîkê Battê re hêza Hevêrkan ji nû ve li hev kom dikin.

Haco li herêma Midyadê û Tora Banî û Elîkê Battê jî, bi birayê xwe Xelîl re, li herêma Omeriya û Mihelmiyan bi hêz dibin û gelek herêmên nû dixin bin destê xwe. Vê yekê heta bi tebaxa sala 1919ê ku Elîkê Battê li Midihê, di şerekî de hate kuştin, berdewam kir. Bi vê buyerê re êdî li Tora Hevêrka rojên giran destpêkirin. Hem hêzên dewletê û hem jî hêzên herêmî ku hevkariya dewletê dikirin, ji hemû aliyan ve berê xwe dabûn Hevêrkiyên ku dixwestin xwe biparêzin.

Piştî belavbûna Împaratoriya Osmanî û damezrandina Komara Turkiyê (1920), asta êrişan her ku diçû bilindtir dibû. Tora Hevêrka jî wekî gelek herêman, bû hedefa hêrişên giran û di encamê de gelek caran şer diqewimîn.

Şerê Taqa 30 rojî dewam kir

Yek ji cihên ku sala 1923ê bû qada şerekî giran, gundê Taqa bû, ku li bakurê Mizîzexê, dikevê sêgoşeya Xerabya, Êwertê û Mizîzexê. Wê demê Haco li Bagokê, li Badibê dimînê. Xelefê Circo yê pismamê Haco, li Mizîzexê zilm û zoreke mezin li gundiyên herêmê dikê. Dema Haco li ser gilî û gazincên gundiyan ji bo vê pirsê tê Mizîzexê, artêşa Komara Turk, bi hêzeke mezin tê ser wî û ji diyarê Bacinê gundê Mizîzexê didin ber topan. Di vê hêrişê de ji Mizîzexiyan, Koçera diya Mihemedê Koçerê û Ferhoyê Ferzê ji Mala Osmên birîndar dibin.

Haco û Hevêrka, ku piştî kuştina Elîkê Battê hêza wan hinekî lawaz bûbû, naxwazin di wê demê de têkevin nav şerekî dirêj ku bi rojan berdewam bikê. Wan hêzên xwe ji Mizîzexê ber bi Taqa ve kişandin.

Çelebiyê pismamê Haco, ku wê demê li gundê Êwertê li cem Şaboyê Mûred dimînê, alîkariya hêzên dewletê dikê. Hêza Dekşûriya (Kercosî) û Çelebî bi pîlansaziya serleşkerên dewletê, li Taqa rê li ber Haco digrin û bi hatina hêza tirk re şer giran dibê. Haco, Qesra Seyxo li Taqa ji xwe re dikê qerargeh û nêzîkî 30 rojî şer didomê. Di vê demê de, ji gelek aliyên Torê, hêzên Hevêrkî bi hawara Taqa ve tên û di encamê de hêza tirk û hevalbendên wê dişkni, berê wan li Qijla Midyadê rast dibê.

Di vî şerî de ji mala Osmên, Osê Ferho (birayê Hiseynê Ferho) û Seîdê Hiseynê Inizê Izêr, ji Suryaniyên Mizîzexê, Hedoyê Barsê (bavê Steyfoyê Besikê) û ji Salîkayê Taqa jî, Hemoyê Pûrtî, Mihê, Haciyê Ûsivê Seqet, Felît, Xelîlê Mihema jî di nav de 12 mêrên Êzdî têne kuştin. Bi gotineke din; xwîna mala Osmên, êzîdî û suryaniyan li Taqa careke din tevlî hev dibê. Piştî şikestina artêşa tirk, Haco ji Taqa derbasî Helexê dibê û ji wir jî vedigerê Bagokê, gundê Badibê. Haco, beriya ku sala 1926ê tevî hejmarek ji Hêvêrkiyan derbasî binxetê bibê, li wir dimînê.

Evdileyê Smayîl ê Ernasî yek ji pêşengên Hevêrkiyan bû ku wê rojê tevî hêzek mezin bi hawara Taqa ve hatibû. Kurê wî yê gorbuhişt apê Behrem ku çîroka şerê Taqa raste rast ji bavê xwe bihîstiye, sala 2020ê wilo vegotibû:


Di vîdeoyê de Behremê Evdileyê Smayîl (Ernasî) û Selîmê Battê (Sibata sala 2020ê, Swêd)