Ansîklopediya Zarokan pirtûkeke zarokan a bi swêdî ye, ku ji aliyê Amed Tigris, Mahmûd Lewendî, Hesenê Metê, Seyidxan Anter û Ali Çiftçi ve ji bo kurdî hatiye wergerandin û ji aliyê Weşanxana Apec'ê ve weşandin. Wênekêşê ansîklopediya swêdî ji bo pirtûkê wêneyên orjînal çêkirine.
Pirtûk li soranî jî hatiye wergerandin. Hem bi zaravayê kurmancî û hem jî bi zaravayê soranî ji aliyê weşanxaneya APECê ve hatiye çapkirin.
 
Di Ansîklopediya Zarokan de, hemû peyv û gotin li gor cîhan û fantaziya zarokan hatine hilbijartin. Di vê ansîklopediyê de nêzîkî 500 peyv û gotin hene ku li gor rêza alfabê hatine rêzkirin. Di her rûpelekê de rêza alfabeya kurdî heye û tîpa aktuel li ser vê rêzê bi rengekî din hatiye nîşankirin. Ev jî ji bo zarokan hêsan dike ku tîpa alfabeyê baştir bibînin û nas bikin. Girêdana wêne, peyv û tîpan alîkariyê dike ku zarok zûtir serwextî zanînê bibin.

Ansîklopediya Zarokan berî herkesî ji bo zarokên dema dibistanê ye, bi taybetî jî yên salên destpêkê.

Çapkirin: Li Stockholmê, sala 2004ê
Nivîskar: Sven Lidman
Werger: Amed Tigris, Mahmûd Lewendî, Hesenê Metê, Seyidxan Anter, Ali Çiftçi
Sererastkirin: Apec-Tryck/Stockholm (Weşanxaneya APEC)
Ziman: Kurdî